YPG: Me 3 tankên artêşa Tirkiyê teqandin

Şer û pevçûn li navçeyên Bilbil, Raco û Cindirêsê berdewam in, hejmarek ji çekdarên artêşa Azad birîndar bûn. YPG jî dibêje hêzên wan 3 tangên artêşa Tirkiyê teqandine.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûn li navçeyên Bilbil, Raco û Cindirêsê berdewam in, hejmarek ji çekdarên artêşa Azad birîndar bûn. YPG jî dibêje hêzên wan 3 tangên artêşa Tirkiyê teqandine.

Êrîşên artêşa Tirkiyê yên asmanî û bejahî li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê didomin, hêzên YPGê jî bersiva wan didin. Li gorî agahiyan YPGê jî, heta niha hêzên wan 3 tangên Tirkiyê teqandine; du tang li gundê Dîkmedaşê û tangek jî li gundê Kurdo.

Peyamnêrê K24ê li Hatayê Hesen Kosan da zanîn, şer û pevçûn di navbera çekdarên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û şervanên YPGê li gundên Edama, Şingêlê, Kurdo û Hemama Cindirêsê derket.

Peyamnêrê me diyar kir jî, hejmarek ji çekdarên artêşa Azad birîndar bûne û ji bo nexweşxaneya Hatayê hatine veguhastin.

Li gor zanyariyên K24ê jî, di encama bombebarankirina firokeyên şer ên Tirkiyê ji gundê Enabikê li beşûrê Efrînê re 3 sivîl şehîd bûn û 6 kesên din jî birîndar bûn, di nava wan de jin û zarok hene.

Herwiha di encama topbaran li ser gundê Edema 2 kesên sivîl birîndar bûn, keçek jî li gundê Altaniya birîndar bûye û ji bo nexweşxaneya Avrînê hatine veguhastin.

 

Zarokekî birîndar ê gundê Enabkê / Wêne: Mihemed Bilo
Zarokekî birîndar ê gundê Enabkê / Wêne: Mihemed Bilo
Zarokeke birîndar ê gundê Enabkê / Wêne: Mihemed Bilo
Zarokeke birîndar ê gundê Enabkê / Wêne: Mihemed Bilo