YPG: Em Efrînê radestî Hikûmeta Sûryê nakin
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel YPG li Efrînê Birûsk Hesekê, nûçeya kenala Elmeyadîn ya Sûrî red kir, ku dibêje YPG razî bûye Efrînê radestî Hikûmeta Sûryê bike û got: "Ew nûçe dûrî rastiyê ye û ti carî em Efrînê radestî Hikumetê nakin û emê berevaniyê di ber wê Herêmê de bikin".
Kenala Elmeyadîn ji ser zimanê berpirsekî Kurd ku navê wî eşkere nekiriye, belav kiriye ku YPG rêketinek li gel Hikûmeta Sûryê kiriye û qebûl kiriye ku wî bajarî radestî Hikûmetê bike.
Di 20ê vê mehê de, artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên bi navê Artêşa Azad ya Sûryê, dest bi operasyona serbazî li ser Efrînê kirin û Serokê Tirkiyê ragihand ku heya YPGê di wî bajarî de be wê operasyona wan berdewam be, lê bigotina serokê Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirovan: "Heya niha artêşa Tirkiyê ti gundekî Efrînê kontrol nekiriye".