Nêçîrvan Barzanî li gel cîgira serokwezîrê Siwêdê civiya
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel cîgira serokwezîrê Siwêdê Isabella Lovin civiya.
Di civînê de ku her yek ji serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên û berpirsê fermangeha pêwendiyên derve Felah Mistefa di civînê de amade bûn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya gel û Hikûmeta Siwêdê kir li ser hevkarî û piştevaniya wê ji Herêma Kurdistanê re û diyar kir ku ew bihêvî ne ew hevkarî û piştevanî berdewam bin û bên pêşxistin.
Nêçîrvan Barzanî dawîn pêşhatên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û dawîn serdana wî ji bo Bexdayê, li gel cîgira serokwezîrê Siwêdê gotûbêj kir û tekezî li ser çarekirina kêşeyan bi riya diyalogê û li gorî destûra Iraqê kir.
Derbarê şikandina DAIŞê û qonaxa piştî wê, zelal kir ku jinavbirina serbazî ya wê girûpê kêşeyan ji bingehê de çare nake û pêwîst e bi awayekî siyasî kêşe bêne çarekirin.
Herweha behsa rewşa penaber û mişextan li Herêma Kurdistanê kir, ku bandor li ser rewşa abûrî ya Herêma Kurdistanê kiriye.
Ji aliyê xwe ve cîgira serokwezîrê Siwêdê Isabella Lovin, silav û rêza serokwezîrê Siwêdê gihande Nêçîrvan Barzanî û tekez kir, ku welatê wê piştevaniya helwesta Herêma Kurdistan dike ji bo çarekirina kêşeyan li gel Hikûmeta Iraqê bi awayekî aştyane û bi riya diyalogê û diyar kir, ku welatê wê piştevaniya mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike.
Isabella Lovin bal kişand ser bizavên welatê wê di Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa de, ji bo biserxistina diyalogê û çareseriya aştyane ji kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de. Herweha zelal kir ku hêzên Siwêdî wê li ser rahênana hêzên Pêşmerge û geşkirina mirovî berdewam bin.