Almanya derbarê operasyona Efrînê, daxwaza civîneke NATO dike

Wezîrê derve yê Almanyayê ragihand ku wî daxwaz ji NATOyê kiriye, derbarê operasyona Tirkiyê dijî bakurê Suriyê bicive

K24 – Navenda Nûçeyan

Almanya derbarê operasyona Efrînê, daxwaza civîneke NATO dike.

Wezîrê derve yê Almanyayê ragihand ku wî daxwaz ji NATOyê kiriye, derbarê operasyona Tirkiyê dijî bakurê Suriyê bicive.

Herweha  Wezîrê  Derve yê Almanya gotiye, hikumeta wan derbarê êrîşên Tirkiyê li ser 'Efrînê li bakurê Suriyê dudil e, ya diyar û rast ew e ku, ew nema çekan ji Tirkiyê re bişînin û helwêstek weha jî wergirtin e.

Piştî ku di hin raporan de hatibû belavkirin ku, tankên Tirkiyê di şerê 'Efrînê de li Suriyê bikar tîn e tankên Almanî ne, Opozisyona Almanyayê dilgiranya xwe dabû xûyakirin,û daxwaz ji hikumeta welatê xwe kiribû, hevkariya leşkerî bi Tirkiyê re ragire.