Ji ber van 5 xalan Rûsya li hember êrîşa Tirkiyê bêdengî hilbijart

Rojnameya “Vzgliyad” a Rûsî belav kir, hewlên Amerîka yên damezrandina artêşekê ji 30 hezar kes ji Kurdan re sedema sereke bû ya destpêkirina operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê.

K24 – Navenda Nûçayan

Rojnameya “Vzgliyad” a Rûsî belav kir, hewlên Amerîka yên damezrandina artêşekê ji 30 hezar kes ji Kurdan re sedema sereke bû ya destpêkirina operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê.

Efrîn ku dikeve rojvayê çemê Ferêt, berî ku Tirkiye dest bi operasyona xwe ya li dijî wê herêmê bike, hêza û leşkerê Rûsî lê bûn.  vekişîna leşkerên Rûsî jî bû cihê dilgiraniya hêzên Kurdî û Rûsya bi “xiyanetiyê” li Kurd tomebar kir.

Wê rojnameyê nivîsî, Kurdan hewl dan bi her du aliyan Amerîka û Rûsya bilîzin û li ser helwesta xwe rij bûn ji bo avakirina autonomyekê yan dewleteke serbixwe.

Herwiha nivîsiye, hêzên Kurdî bi awayekî berfereh ligel Amerîka ne. Amerîka gelek sozên ku nikare bicih bîne dan Kurdan, bi taybet jî soza autonomyê, ji ber ku ew babet bi awayekî sereke girêdayî bi razemendiya Sûriyê, Tirkiye û Îranê heye. Herwiha pêwendiya Rûsyayê pê heye, ji ber ku roleke mezin ya Rûsya heye û bizwênerê pêwendiyên sêalî yên Sûriye, Tirkiye û Îranê ye.

Ji bo çi Rûsya ne li dijî operasyona Tirkiyê bû

Li gor zanyariyên rojnameyê, Rûsya pêşniyaza ji Kurdan re pêşkêş kir, ku di jêr desthilata Esed de bimînin û xwe birêve bibin. Rûsya soza wê jî da, ku dê kar bi Sûriye û Tirkiyê re ji bo wê babetê bike.

Rojnamê nivîsiye, Lê Kurdan li pişt sozên Amerîkayê çûn, vê yekê hişt Tirkiye bixeyide û dest bi operasyona “Şaxa Zeytûnê” bike. Li hemberê jî Rûsya li dijî vê operasyonê ranewestiya, ji ber ku Rûsyayê dît, ew operasyon dê encamine erênî jê re bîne.

Yekem: Bidawîanîna hêviyên damezrandina dewleta Kurdistanê li Sûriyê. Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson daxwaza damezrandina navçeyeke aram bi dirêjahiya 30 K.M kir û got: Amerîka naxwaze li bakurê Sûriyê rûbirûyî Tirkiyê bibe. Ji ber ku Amerîka nikare ji vê beşê ji Sûriyê biçe, ti bijarde li pêş wê nema ji bilî dev ji planên damezrandina artêşa Kurdî ya mezin berde û  hevpeymaniyên li navçê aloztir neke. Li gor rojnamê jî gava bê jî ew e Amerîka ji Sûriyê bê derxistin.

Duyem: Operasyona li dijî Efrînê û gefên Tirkiyê yên berdewam ji bo dîtina pêgeheke xwe li Sûriyê, dê Kurd neçar bike bi Şamê guftûgo û danûstandinan bikin. Ji ber ku Rûsya û Şamê dikarin gerentiyan peydakirina ewlehiyê bidin Enqerê, dê bi asayî parastina yekperçeyîya xaka Sûriyê bike.

Sêyem: Hevahengiya hevbeş a pêşwext di navbera Rûsya û Tirkiyê de derbarê vê operasyonê de, dibe ku hevahengiya Tirkî û Rûsî zêdetir bike û ku sûdê ji vê hevahengiya siyasî bibînin.

Pênc encamên erênî yên Rûsyayê

Yekem: Sûriye yekperçe û bê hebûna hêzên biyanî li ser xaka xwe dimîne.

Duyem: Bihêzkirina hevtêgihêştin û baweriya hevbeş di pêwendiyên ligel Tirkiyê.

Sêyem: Pêwendiyên sêalî yên di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de gerantiya aştiyê li Sûriyê dike.

Çarem: Tirkiye berve serxwebûna xwe ji Amerîka diçe, divê jî berve cudabûna ji NATOyê gavan bavêje.

Pêncem: Kurd li Sûriyê mafê birêvebiriya sînordarkirî bidest dixe, ligel gerentiyên perçenekirina Sûriyê.

Li ber rewangeha êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, pêgeha Rûsyayê li Rojhilata Navîn bihêztir dike. Herwiha pêwendiyên wê bi hin welatên navçê re baş dike û rola wê ya sereke ya çareserkirina nakokî û milmilaneyên navxweyî û herêmî de bihêztir dike.