Tirkiye ji piştî Efrînê dê dest bi operasyona Minbicê bike?

Tirkiye amaje dike piştî Efrînê dê dest bi operasyona Minbicê bike. Amerîka jî dibêje eger li Minbicê li dijî hêzên wan êrîş bê kirin, wê bersivê bidin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Tirkiye amaje dike piştî Efrînê dê dest bi operasyona Minbicê bike. Amerîka jî dibêje eger li Minbicê li dijî hêzên wan êrîş bê kirin, wê bersivê bidin. Piştî van daxuyaniyan nîqaş tê kirin gelo hêzên Amerîka û yên Tirkiyê li herêmê dê bên hemberî hev yan na? Li gor şarezayan mimkun nîn e ku her du alî şer bikin, heta ku Amerîka destûr nede Tirkiye nikare bikeve Minbicê û nêrîna giştî jî ew e Tirkiye ji bo operasyona Minbicê ne bi rêya şer bi rêbazên dîplomatîk dê ber xwe bide da ku Amerîkayê razî bike.

Operasyona Efrînê ya ku li dijî hêzên YPG ji aliyê hêzên artêşa Azad a Sûriyê û Tirkiyê ve 20'ê Çileyê dest pê kiribû hêj berdewam e. Der barê operasyonê de hin nîqaş jî didom in. Nîqaşa zêdetir derdikeve pêş ew e ku gelo li herêmê Tirkiyê û Amerîka dê bên hemberî hev yan na?

Amerîka amaje kir ku Efrîn di nav herêmên wan de nîn e û li hemberî operasyona Tirkiyê piçek bêdeng mabû. Lê belê hin berpirsên Amerîkayî diyar kirin eger li Minbîçê li dijî hêzên wan êrîş bên kirin, dê bêdeng nemînin û bi êrîşan dê bersivê bidin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî dest nîşan kir ku piştî Efrînê wê Minbîcê bikin armanca xwe.

Akademîsyen Bîlal Sambûr ji K24ê re got: “Heger Tirkiyê li Minbicê dest bi operasyonê bike weke çawa ji bo Efrînê bi Rûsya re li hev kir ji bo Minbicê jî dê bi Amerîkayê re li hev bike yanê bi guftûgoyê yan bi peymanekê wê bikeve Minbicê. Heta ku Amerîka destûr nede Tirkiye nikare bikeve Minbicê. Li gor min her du alî jî ji bo ku hêzên wan li herêmê neyên hemberî hev bi rêya dîplomasiyê dê tevbigerin.”

Her çiqas bê gotin ji bo egera operasyona Minbicê, bi rêbazên dîplomatîk Amerîka bê razîkirin jî lê pispor balê dikêşînin ser girîngiya deverên li Rojhilatê Feratê ya bo Amerîkayê ku Washington bi tu awayî rê nade ku li van herêman operasyon bên kirin.

Pisporê Pêwendiyên Derve Kadîr Ertaç dibêje: “Ne li Minbicê, lê belê beramberî operasyonên li deverên Rojhilatê Feratê, ji aliyê Amerîkayê ve wê bibe sedema şerekî. Çimkî li van deveran hebûna neft û çavkaniyên mezin bo Amerîkayê gelek girîng in û hêzên wan zêdetir li van deveran cîh digirin. Loma Amerîka ji bo ku destkeftiyên xwe yên li Rojhilatê Feratê têk neçe dikare ber xwe jî bide şer jî bike.”

Tirkiye di serî de li Sûriyê dixwest ligel Amerîkayê bixebite û ji bo vê daxwaz ji Washingtonê kiribû ku li herêmê xaleke ewlekariyê ava bikin, aliyê Amerîkayê jî guh nedida. Lê herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand ew amade ne ku ligel Tirkiyê xaleke ewlekariyê ya ji 30 kîlometre pêk tê ava bikin.