Ti rêxistineke mirovî yan navdewletî alîkariya birîndarên Efrînê nekirine

Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê Dr. Xelîl Sebrî derbarê rewşa qurbaniyên êrîşa artêşa Tirkiyê de ragihand, roj bi roj hejmara şehîd û birîndaran zêde dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê ragihand, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê hejmarek mezin ji birîndanan hene, lê ta nihati rêxistineke mirovî yan navdewletî alîkariya Efrînê û nexweşxaneyên Efrînê nekirine. 

Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê Dr. Xelîl Sebrî ji K24ê re derbarê rewşa qurbaniyên êrîşa artêşa Tirkiyê de ragihand, roj bi roj hejmara şehîd û birîndaran zêde dibin.

Dr. Xelîl Sebrî diyar kir jî, rewşa Efrînê herî diçe xirabtir dibe û pêwîstiyên wan a bilez ji derman û pêwîstiyên bijîşkî heye, ji ber ku birînên birîndaran giran in û pêwîstiya wan bi neştegeriyê dibin.

Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê bang li rêxistinên mirovî û navdewletî kir ku alîkariya Efrînê bikin û aşkere kir, ta niha ti rêxistineke mirovî yan navdewletî alîkariya Efrînê û nexweşxaneyên Efrînê nekirine.

Derbarê hejmara şehîd û birîndaran de, Dr. Xelîl da zanîn, gelek birîndar li navçeyên cuda hene, lê ew nagihin nexweşxaneyên Efrînê û welatî hewl didin bi karînên xwe derman bikin, lê hejmara şehîdên Efrînê gihiştiye 37 û zêdetirî ji 134 kesan jî birîndar bûne.

Her di vê derbarê de, di demjimêrên destpêka îro de firokeyên Tirkiyê navçeya Mabeta bombebaran kir, di encamê de 7 welatiyên ji yek malbatêtê şehîd bûn.