Bi sedema bordûmana Tirkiyê nêzîkî 10 endamên malbatekê şehîd bûn

Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê: Heya niha nêzîkî 50 kesên sivîl şehîd bûne û bêtirî 100 kesên din jî birîndar bûne

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî Ajansa Hawarê, bi sedema bordûman û topbarana artêşa Tirkiyê li navçeya Mabata ya ser bi Efrînê ve, 7 endamên malbatekê şehîd bûn û ziyaneke mezin jî li xaniyên wan hatine.

Roja şemê 20ê Çileya 2018an, demjimêr (05:00)êvarî operasyona Tirkiyê li ser Efrînê bi navê "Operasyona Şaxê Zeytûnê" destpê kir.

Li gorî dawîn amarên ku medya Rojavayê Kurdistanê belav kiriye, ji encama bordûmana artêşa Tirkiyê, heya niha nêzîkî 50 kesên sivîl şehîd bûne û bêtirî 100 kesên din jî birîndar bûne.