Tirkiye ji Amerîka dixwaze rasterê ji Minbic derkeve

Mewlûd Çawîşoglu: Divê Amerîka pêwendiyên xwe li gel YPGê bidawî bîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu, ji Ajansa Reutersê re ragihand: "Pêwîst e Amerîka di zûtirîn dem de hêzên xwe ji Minbic bikişîne û hemû alîkariyên xwe yên serbazî ji YPGê re bi awayekî piraktîkî rawestîne".

Mewlûd Çawîşoglu ji wê ajansê re got: "Divê Amerîka pêwendiyên xwe li gel YPGê bidawî bîne".

Berî niha jî medya Tirktiyê ragihand, ku peyvdarê serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin û şêwiremendê ewlehiya netewî ya Amerîka Herbert Mcmaster, di pêwendiyeke telefonî de, tekezî li ser rawestandina biçekkirina rêxistinên Kurdî kirine û herdu aliyan behsa hestiyariya Tirkiyê li ser wê yekê kirine.

Ev daxuyaniyên Çawîşoglu di demekê de ne, ku roja 20/1/2018an, Tirkiyê li gel hin ketîbeyên bi navê (Artêşa Azad) li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin, lê heya niha ti pêşveçûneke balkêş di meydana şer de çênebûye.