Firokeyên Tirkiyê dibistan û cihên şûnwarî jî bombebaran dike

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê di roja 8emîn de berdewam e, topxane û firokeyên şer ên Tirkiyê dibistan û cihên şûnwarî jî topbaran û bombebaran dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê di roja 8emîn de berdewam e, topxane û firokeyên şer ên Tirkiyê dibistan û cihên şûnwarî jî topbaran û bombebaran dikin.

Li gor çalakvanên Efrînê ji K24ê re ragihandin, artêşa Tirkiyê ji şeva bûrî ve gundên navçeyên Bilbilê, Şera, Şiyê, Cindirês û Raco topbaran û bombebaran kirin.

Herwiha êrîşa artêşa Tirkiyê gihişt dibistana Raco ya Kevin, dibistana Hec Mûs û Saziya Fêrkirina Zimanê Kurdî yê li navçeya Racoyê û di encamê de ew dibistan wêran bûn.

Ji aliyekî din ve, girê Eyn Dara ya şûnwarî ya 5 K.M li başûrê Efrînê jî ji aliyê firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê ve hat bombebarankirin û ziyaneyeke mezin gihande wî cihî şûnwarî.

Girê Eyn Dara ya dîrokî, dîroka wê digihe 2000 sal berî zayînê û di sala 2011an de kete lîsteya rêxistina UNESCOyê.

Ji 20ê vê mehê ve artêşa Tirkiyê bi fermî operasyona li dijî Efrînê ragihand, ta niha jî nêzîkî 35 gundên herêma Efrînê hatine topbaran û bombebarankirin.

Li gor amarên fermî jî, ji destpêka operasyona Tirkiyê û ta duh, 59 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 134 sivîlan birîndar bûne.

 

Dibistana navçeya Raco
Dibistana navçeya Raco
Girê Eyn Dara ya şûwarî piştî bombebarankirina firokeyên artêşa Tirkiyê / 27.01.2018
Girê Eyn Dara ya şûwarî piştî bombebarankirina firokeyên artêşa Tirkiyê / 27.01.2018
Girê Eyn Dara ya şûwarî berî bombebarana firokeyên artêşa Tirkiyê
Girê Eyn Dara ya şûwarî berî bombebarana firokeyên artêşa Tirkiyê