Qamişlo ji bo Efrînê li derket xwepêşandanê

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo piştgiriya Efrînê û şermezarkirina êrîşên li ser wê xwepêşandanek li bajarê Qamişlo lidar xist û bang li civaka navdewletî kir, da ku kesên sivîl li Efrînê biparêzin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo piştgiriya Efrînê û şermezarkirina êrîşên li ser wê xwepêşandanek li bajarê Qamişlo lidar xist û bang li civaka navdewletî kir, da ku kesên sivîl li Efrînê biparêzin.

Ji 20ê vê mehê ve artêşa Tirkiyê bi fermî operasyona li dijî Efrînê ragihand, ta niha jî nêzîkî 35 gundên herêma Efrînê hatine topbaran û bombebarankirin.

Li gor amarên fermî jî, ji destpêka operasyona Tirkiyê û ta duh, 59 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 134 sivîlan birîndar bûne.

Li ser biryara Emîndariya Giştî ya ENKS jî ku li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê û Ewropa alîgirên ENKSê xwepêşandan û mangirtinan lidar bixin. Herweha di milê diplomasî de jî biryar e ku têkiliyan bi welatên xwedî biryar û netewên yekgirtî re bikin da ku operasyona li ser Efrînê rawestînin.