Serokê Fransayê: Nabe Tirkiyê Efrînê dagîr bike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrîn divê tenê ji bo rûbirûbûna terorê be, ne ku dagîrkirin be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrîn divê tenê ji bo rûbirûbûna terorê be, ne ku dagîrkirin be.

Serokê Firansayê Emmanuel Macron di hevpeyvînekê ligel rojnameya Le Figaro ya Fransî de got: “Heger diyar bû ku operasyona Tirkiyê bi aliyekî din ji bilî şerê terorê ya li ser sînorê de çû û bû projeyeke dagîrkirinê, ev yek dê pirsgirêkeke rastî ji me re çê bike.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Dever yê Fransayê Jean Yves Lordian duh ragihandibû, wan ji Tirkiyê re gotiye ku ew piştevanya ti operasîneke leşkerî ya Tirkiyê nakin, heger ziyanê bigihîne  sivîlan.

Lodiryan hişyarî da Tirkiyê û got, ew ji nîgeraniya Tirkiyê derbarê parastina sînorê xwe  têdighin, lê ew qebûl nakin ku ew operasyon bibe dagîrkirina xakê. Wê demê ew yek dibe cihê şermezariyê.

Ji roja 20ê vê Çile ve artêşa Tirkiyê bi fermî dest bi operasyona leşkerî ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” kir û bi topxane û firokeyên şer herêma Efrînê topbaran û bombebaran dike.

Hevdem ligel wê jî, grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike bi bijahî derbasî sînorê Efrînê bûne û li çend gundê sînorî şer û pevçûn di navbera wan û şervanên YPGê de berdewam e.