Rûsya: Ti pêwendiya me bi rewşa Efrînê re tine ye

Maria Zakharova: Di encama operasyona Tirkiyê de li bakurê Sûryê, bi sedan kes di nav de sivîl jî hatine kuştin û ew yek cihê metirsiyê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di kongirekî rojnemevanî de, peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova got: "Di encama operasyona Tirkiyê de li bakurê Sûryê, bi sedan kes di nav de sivîl jî hatine kuştin û ew yek cihê metirsiyê ye".

Di wê çarçoveyê de, duh serokê Heyva Sor a Kurdî li Efrînê Nûrî Qenber ragihand, roj bi roj rewşa mirovî ya bajarê Efrînê û derdora wê xirabtir dibe.

Nûrî Qenber got: "Bi sedema bordûmana firokeyên Tirkiyê, çûnûhatin di navbera navçeyên Cindirês, Raco, Bilbilê û tevahiya gundên sînorî de gellekî zehmet bûye".

Qenber ji Sky News a Erebî re got: "Bi hezaran welatî nişteciyên Efrînê û derdora wî bajarî, ev bûn 10 roj di nav şikeftan de bi dijwariyeke mezin dijîn".

Herweha Maria Zakharova got: Ti pêwendiyeke Rûsya bi rewşa Efrînê re tine ye û ji bo Rûsya serwerî û yekîtiya axa Sûryê giring e".

Derbarê kongirê Sochi Zakharova diyar kir, ku, beşdarînekirina di kongirê Sochi de, şaştiyeke mezin e û biryarên di kongirê Sochi de hatine stendin, piştevaniyeke mezin ji danûstandinên Cinêvê û civînên Astana re ne.