HSD: Tirkiye ti pêşveçûn li Efrînê nekiriye

HSD daxwaz ji civaka navdewletî jî kir, ku guhdariya Tirkiyê neke û navê HSDê tevlî lîsta terorê neke.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûrya Demokrat tekez kir, ku di operasyona artêşa Tirkiyê de, heya niha hêzên wî welatî li Efrînê ti pêşveçûn tomar nekiriye.

Di daxuyaniyekê de ji bo radyoya Sewa, peyvdarê nû yê Hêzên Sûrya Demokrat Kîno Gabiryêl got: "Bi sedema bordûman û topbarana Tirkiyê li bajarê Efrînê, hejmareyeke berbiçav ya sivîlan şehîd û birîndar bûne".

Gabiryêl ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî xwest, ku karekî beramberî reftarên Tirkiyê bike, ji ber ku bi gotina wî: "Tirkiyê serweriya welatekî serbixwe binpê dike".

Hevdem daxwaz ji civaka navdewletî jî kir, ku guhdariya Tirkiyê neke û navê HSDê tevlî lîsta terorê neke.

Ji roja 20ê Çileya 2018an ve, artêşa Tirkiyê li Efrînê dest bi operasyona bi navê (Şaxê Zeytûnê) kir û li gorî daxuyaniyên YPGê û HSDê, heya niha artêşa Tirkiyê gundekî Efrînê jî kontrol nekiriye.