YPG êrîşên berûvajî li dijî artêşa Tirkiyê dike

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîşên berûvajî li ser artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê dike û ziyanên mezin madî û canî digihîne wan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîşên berûvajî li ser artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê dike û ziyanên mezin madî û canî digihîne wan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, YPGê li gundê bakur û rojavayê Efrînê yên wek Bek Obasî, Elîkera Şingêlê yên navçeya Bilbilê û gundê Xelîl Gulko yê Şiyê êrîşî grûpên çekdaran kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, herî kêm 8 çekdar di wan êrîşan hatine kuştin û hejmarek din jî birîndar bûne.

Êrîşa artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê ket roja 13êmîn, îro jî firokeyên şer ên Tirkiyê navçeya Cindirêsê topbaran kirin û beşek ji mizgefteke navçeyê hat rûxandin.

Li gor amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ta niha 68 sivîlên Efrînê di êrîşa artêşa Tirkiyê de şehîd bûne, ku ji nava wan 21 zarok in û 12 jin in.