Nexwşxenaya Efrînê hejmara şehîdên sivîl radigihîne

Rêveberiya Nexweşxaneyên Efrînê amara qurbaniyên sivîl ên ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê de bûne ragihand, ku ji roja yekem ya wê êrîşê de û ta roja 13emîn 104 wlatiyên sivîl şehîd bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Nexweşxaneyên Efrînê amara qurbaniyên sivîl ên ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê de bûne ragihand, ku ji roja yekem ya wê êrîşê de û ta roja 13emîn 104 wlatiyên sivîl şehîd bûne.

Endamê Rêveberiya Nexweşxaneyên Efrînê Dr. Ciwan Mihemed îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji destpêka êrîşa artêşa li ser li Efrînê ve, 104 welatiyên sivîl şehîd bûne û 156 welatiyên sivîl jî birîndar bûne, ku di nava wan zarok, jin û kesên temen mezin jî hebûn.

Dr. Ciwan Mihemed amaje bi wê jî kir, hejmara mezin ya birîndaran jî negihiştine nexweşxaneyan.

Di 20ê vê mehê de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên Sûryê yên Tirkiye piştevaniyan dike, dest bi operasyona leşkerî li dijî Efrînê kirin, di vê êrîşê de bi topxane, tank û firokeyên şer gund û navçeyên Efrînê bombebaran dike, di encamê de jî welatiyên sivîl dibin qurbaniya wê êrîşê.