Erdogan: Emê xaniyan ji penaberên Sûrî re ava bikin

Erdogan: Hem li aliyê xwe û hem ji aliyê din yê sînor, emê avahiyan çêbikin. Emê welatiyên xwe yên li vir dijîn jî û penaberên Sûrî, di wan xaniyan de bicih bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, ku ewê ji bo nêzîkî 3 milyon û nîv penaberên Sûrî, xaniyan ava bikin û ew penaber wê li şûna kampan, di nav xaniyan de bijîn.

Li gorî medya Tirkiyê, Recep Tayip Erdogan li gel perlemanteran civînek girtî lidar xistiye û derbarê pirojeya avakirina xaniyan gotiye: "Dema navçeyên aram û ewle hatin pêkanîn, em nema çadiran vedigirin, lê emê hem li aliyê xwe û hem ji aliyê din yê sînor, avahiyên mayînde çêbikin. Emê welatiyên xwe yên li vir dijîn jî, di wan xaniyên nû de bicih bikin".

Li gorî zanyariyan, Erdogan di civînê de diyar kiriye, li gel vê pirojeyê, wê ji bo 3 milyon û nîv penaberên Sûryê ku derbasî Sûrya dibin jî heman gav bên avêtin.