Erdogan: Em Efrînê dagîr nakin û ti pirsgirkêka me bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re tine ye

Erdogan: Ti pirsgirêka me li gel Kurdên Rojavayê Kurdistanê tine ye û di pêşerojê de jî wê ti pirsgirêk çênebin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, ku armanca wan nedagîrkirina Efrînê ye û ti pirsgirêka wan bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re tine ye.

Recep Tayip Erdogan di hevdîtinekê de li gel rojnameyeke Îtalî, ragihand ku armanca wan ji operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê, ne dagîrkirina wî bajarî ye û nejî armanca wan şer li dijî Kurdan ne.

Erdogan tekez kir, ku ti pirsgirêka wan li gel Kurdên Rojavayê Kurdistanê tine ye û di pêşerojê de jî wê ti pirsgirêk çênebin.

Herwiha Erdogan ew rapor red kir ku dibêjin, bi sedema êrîşên Tirkiyê xelkê sivîl li Efrînê bûne qurbanî û di heman demê de got: Bi sedema mûşekên YPGê ku li bajarê Kilisê ketine, çar kes hatin kuştin û bêtirî not kesên din jî birîndar bûne.