NY daxwaza agirbestekê ji bo tevahiya Sûriyê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Netewên Yekgirtî daxwaza agirbesteke giştî ji bo mehekê li Sûriyê kir, û metirsya xwe ji bo zêdebûna hejmara qurbanî û koçberên Efrînê nîşan da.
Nûnerên Netewên Yekgirtî yên li Sûriyê dimînin îro raporek belav kir, tê de rewşa li Sûriyê bi metirisî bi nav kir û daxwaza rawestandina şer li seranserî Sûriyê kir, ji bo gihandina alîkariyên mirovî û derxistina nexweş û birîndaran.
Nûnerên NY di rapora xwe de behsa operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî Efrîn jî kir û ragihand, heta niha 380 malbatên ji Efrînê derketin û li derdora Helebê bicih bûne.
Herwiha amaje bi wê jî kiriye, ku berdewamiya operasyona artêşa Tirkiyê li ser Efrînê metirsî heye ku hejmara koçberan û kuştî û birîndaran zêde bibe.
Ji 20ê Çileya bûrî ve artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê dest pê kiriye. Îro di roja 18emîn hîn jî topbarana artêşa Tirkiyê li ser gund û navçeyên Efrînê yên sivîl berdewam e.
Herwiha li gor amaran jî nêzîkî 150 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 350 welatiyên din jî birîndar bûne.
Raporta NY amaje bi rewşa parêzgehên Idlibê jî kir, ku operasyonên leşkerî bûne sedema kuştin, birîndarkirin û koçberiya hejmarek mezin ji welatiyên sivîl.