“Tirkiye şerê Efrînê ji bo sergirtina kêmasiyên xwe bikar tîne”

Piştî ku operasyona Efrînê dest pê kir, li Tirkiyê dengê her kesê li dijî şer hate birîn. Ji welatiyên ku bîr û boçûnên xwe li ser tora civakî belav dikin bigrin, heta akademisyen, siyasetmedar û bijîşkan bi sedan kes hatin binçavkirin an jî girtin.

 

K24 – Stenbol

Piştî ku operasyona Efrînê dest pê kir, li Tirkiyê dengê her kesê li dijî şer hate birîn. Ji welatiyên ku bîr û boçûnên xwe li ser tora civakî belav dikin bigrin, heta akademisyen, siyasetmedar û bijîşkan bi sedan kes hatin binçavkirin an jî girtin. Akademisyen û çavdêrên siyasî yên li Tirkiyê ev prosesa krîtîk ya ku Tirkiye di navê re derbas dibe û paşperdeya operasyona Efrînê nirxandin.

Karedanên li ser şerê Efrînê bi hemû gurehiya xwe berdewam in. Li Tirkiyê, ji bo ku li ser Twîtterê li dijî şer derketin bi sedan kes hatin girtin û hemû çalakiyên li dijî şer jî hatin qedexekirin. Akademisyen Şebnem Korur Fincanci vê yekê ji bo Tirkiyê wek xetereyekê dinirxîne û serdema darbeya leşkerî ya 1980an de û şerê niha yê li Efrînê rûberî hev dike û wiha dibêje: Di dema 12ê Îlonê de Kenan Evren jî kesên muxalîf ji xwe re dikire armanc û digot, 'wan bi daran ve girêdin.' Lê ne civakê ne jî akademisyen û diktoran guh nedabûyê. Di wê demê de kêm hindik darazeke serbixwe hebû. Lê îro her kes di nava tirsê de ye. Ji ber zextan dadgêrên bêalî nemane. Desthilat jî hemû gotinên demokratîk û aştiyane li gorî xwe krîmînalîze dike.

Akademisyen Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ji K24ê re wiha axivî: "Ji bo ji hevcûdakirina civajkê ew rêbeza krîmînalîzekirinê wek amurekê tê bikaranîn. Qeyrana aboriyê li devê deriyê Tirkiyê ye. Tenê li Stenbolê ji bo ku nikarin heqê wê bidin av û ceryana 500 hear kesî hatiye birîn. Em di sedsala 21an de ne, lê mirov xwe dişewitînin, xwe dikûjin, birçî û belengaz in. Destilat çawa dikarin ser van meseleyan bigirin? Encax bi derxistina şerekî dikarin bigirin û bi birîna dengê kesên ku li dijî şer radibin."

Li gorî Dr.Nazmî Alganê çavdêrê siyasî jî, Tirkiye di demeke krîtîk re derbas dibe. Ji eniya muxalîfên Sûriyê heta leşkerên Tirkiyê, sivîlên li herêmê û şervanên PYD yên ku şer dikin canê xwe ji dest didin. Ew dibêje di şer de, ew ê li tendûristiya mirovan bifikirin û her tim jî li dijî şer rabin, ji bo ku şer kêşeyeke tendûristiyê ya gel e.

Dr. Nazmî Algan dibêje: "Ji bilî medya rexgirê desthilatê, em dixwazin medya navendî di vî şerî de hindekî bi însaf tevbigere. Divê em bi hev re zora tirsê bibin. Dawiya vê yekê nîn e. Tiştekî bi hiqûqê ve girêdayî nehiştin li vî welatî. Her tişt ji rê derketiye li Tirkiyê. Desthilat, şerê Efrînê ji bo sergirtina eybên xwe bikar tîne. Divê herkes hişê xwe bide serê xwe. Ev rûdan ne ji bo hikûmetê û ne jî ji bo Tirkiyê, ne rûdanên li ser xêrê ne."

Fîncanci û Algan diyar dikin, heta hetayê wê ev zilm û zordestî û nasnekirina nirxên mirovî berdewam nake. Ew kesên ku di şerde dimirin jî xort in ne reqam in. Termên wan her roj di nava alê de pêçayî tên vê derê û di ser wan re jî siyaset tê kirin. Ew dibêjin, canê malbatan diêşe haya wan ji siyasetê nîn e. Pêwîst e herkes li dijî şer rabe, ji bo ku xort neyêne kuştin. Fîncanci û Algan dibêjin, îro pêdiviya Tirkiyê bêhitir bi aştî û demokrasiyê heye, ne bi çewsandinê, zordestî û qedexeyan.