Qurbaniyên Efrînê roj bi roj zêde dibin: 148 şehîdên sivîl

Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê îro amara qurbaniyên sivîl ên di encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ragihand ku ta niha 148 welatiyên sivîl şehîd bûne.

K24 – Navanda Nûçeyan

Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê îro amara qurbaniyên sivîl ên di encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ragihand ku ta niha 148 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê îro ket roja xwe ya 18emîn. Ta niha topbarankirina li gelek gund û navçeyanên Efrînê berdewam e û roj bi rojê hejmara qurbaniyên sivîl zêde dibe.

Hevseroka Encûmena Tenduristî ya Efrînê Encêla Reşo di konferaseke rojnamevanî de ragihand, heta niha 148 welatiyên sivîl şehîd bûne, ji nava wan 26 zarok û 17 jin hene. Derbarê hejmara birîndaran de jî diyar kir, 365 kesên sivîl birîndar bûne, di nava wan 40 zarok û 55 jin jî hene.

Berî çend rojan Encêla Reşo bang li civaka Navedewletî û saziyên mafê mirovan û Xaça Sor kiribû ku pêwîstiya nexweşxaneyên Efrînê bi derman û pêwîstiyên bijîşkî hene û daxwaza kir ku alîkariyên tenduristî ji wan re bên şandin.