Fransa di piştgiriya xwe ji bo penaberan de berdewam e

Serkonsûlê Fransa li herêma Kurdistanê Dominique Mas destnîşankir ku, alîkariya wan ji bo penaberan li herêma Kurdistanê dê her berdewam be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkonsûlê Fransa li herêma Kurdistanê Dominique Mas destnîşankir ku, alîkariya wan ji bo penaberan li herêma Kurdistanê dê her berdewam be.

Dominique Mas seredana kampa Kewrgoskê kir û di daxûyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku, alîkariya mirovî ya Fransa li herêmê dê bidome û hewl bên dayîn bandora dêrûnî di encama kiryarên DAIŞ de rûdayî, bên dermankirin.

Mas ji Kurdistan24 re diyarkir ku, di salên dawî de Fransa derdora 17 MIlyon Euroyan alîkarî gihandiye penaberên li herêma Kurdistanê. Herweha amadeyiya Fransa ji bo alîkariya projeyên çareseriyên derûnî yên encama şerê DAIŞ anî ziman.