Bi vîdyo.. Hatina hêzên piştevaniyê ji bo Efrînê

Ajansa Anadolê ya Tirkî: Ew kerawnê şevê din ji bo piştevaniya Efrînê birê ketibû, ji nêzîkî 500 şervanên Kurd pêk tê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî Ajansa Anadolê ya Tirkî, ew kerawnê şevê din ji bo piştevaniya Efrînê birê ketibû, ji nêzîkî 500 şervanên Kurd pêk tê.

Anadolê ji çend jêderên haydar veguhestiye ku, ji bilî wê hejmara berbiçav ya şervanan, hejmareke mezin ji kesên xwebexş ji pêkhateyên cuda wek Ereb û Turkman, ji navçeyên Reqa û Dêra Zorê bi hewara Efrînê ve çûne û dixwazin mil bi milê YPGê rastî artêşa Tirkiyê bên.

Hat ragihandin jî, ku bi sedan zirîpoş û otomobêlên serbazî di nav wî kerwanî de bûn, herwiha bêtirî du hezar kesên din ji xwendevan û fermanber di nav wî kerwanî de bûn.

Jêderan diyar kirin, ku ew kerwan ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê û Qamişlo ber bi Kobanê ve birê ketibû û ji wir jî li gel hejmarek din ji otomobêl û kemyonan ketin nav hev û berê xwe dan bajarê Minbic li rojhilatê parêzgeha Helebê.

Piştre kerwanê hêzên piştevaniya Efrînê, bi riya navçeyên di bin desthilata Hikûmeta Sûryê de, ji Minbic ber bi Efrînê ve birê ket û şevê din xwe gihand Efrînê û ji aliyê xelkê navçeyê ve hat pêşwazîkirin.

Ji aliyekî din ve, çalakvanên Kurd çend girte vîdyoyek belav kirine, ku têde pêşwaziya xelkî Efrînê ji wî kerwanî re diyar dikin.