Netewên Yekgirtî: Pêwîst e rasterê şer li Sûrya bê rawestandin

Tîmên mirovî yên ser bi Netewên Yekgirtî ve li Sûrya, derbarê encamên metirsîdar yên rewşa niha ya Sûryê hişyariyê didin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevdem li gel berdewamiya operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê, îro Netewên Yekgirtî daxwaz li hemû aliyan kir, ku rasterê şer li Sûrya bê rawestandin.

Ajansa Reutersê belav kiriye, di daxuyaniyekê de rêkxerê Netewên Yekgirtî ji bo karûbarên mirovî Elî Ze'iterî daxwaz kiriye, şer bê rawestandin, daku alîkariyên mirovî derbasî navçeyên ziyandîtî li wî welatî bikin û dide xuyakirin ku Sûrya ketiye rewşeke metirsîdar de.

Diyar kir, ku tîmên mirovî yên ser bi Netewên Yekgirtî ve li Sûrya, derbarê encamên metirsîdar yên rewşa niha ya Sûryê hişyariyê didin.