Çekê ku YPJê pê tanka Tirkiyê teqandiye çi ye?

Li gor dîmenên ku YPG belav dike, cûreya wê çekê ku tanqeke Tirkiyê teqandibû û di encamê de 5 leşkerên Tirkiyê hatibû kuştin Konkurs e û çekekî Rusî ye. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, ew lêkolîn li ser wî çekî dikin û kîjan welat ew çek dabe YPGê hevkarê terorîstan e.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor dîmenên ku YPG belav dike, cûreya wî çekê ku tanqeke Tirkiyê teqandibû û di encamê de 5 leşkerên Tirkiyê hatibû kuştin Konkurs e û çekekî Rusî ye. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, ew lêkolîn li ser wî çekî dikin û kîjan welat ew çek dabe YPGê hevkarê terorîstan e.

Li Efrînê piştî ku YPG tanqeke Tirkan teqand û 5 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin rayedarên hikûmeta Tirkiyê jî dest bi lêkolîna wî çekî kirin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan diyar kir, ew li ser çekê YPGê yê ku li dijî tanka wan hatiye bikaranîn lêpirsînan dikin û di derbarê cûreya wî çekî de çend pêşbiniyên wan hebin jî agahiyên di destê xwe de eşkere nakin.

Lê dîmenên ku ji aliyê YPGê ve tên belavkirin eşkere dike, çekê li dijî tankê hatiye bikaranîn Konkurs e.

Ev çek ji aliyê Rûsyayê ve hatiye çêkirin û dirêjiya wê 150 santîmetre ye. Tîreya wî 135 mîlîmetr e , giraniya wî jî nêzikê 15 kîlo ye. Bombeya Konkursê nêzikê 3 kîlo ye û dema ji çek derdikeve dikare heta 4 K.M biçe. Ev çekê bihêz di her saniyekê de dikare 200 metro rê pişt xwe bihêle.

Tirkiye her tim Amerîkayê bi çekdarkirina YPGê tohmetbar dike, lê wisa xuya dike ku çekên di destê YPGê de ne, ne tenê yên Amerîkî ne. YPG berî niha di çarçoveya şerê DAÎŞê de him ji Rûsyayê him jî ji 19 welatên endamên hêzên hevpeyman in çek wergirtin. Herwiha hikûmeta Sûriyê jî çend caran ragihandibû, ew çekdan didin YPGê.