Ji Dêrik û ta Kobanê karwanên piştgîriyê ji Efrînê re

Wek hilmeteke piştgîriyê ji Efrînê re, bi hezaran ji xelkên sivîl ên devera Cizîr, Kobanê, Minbic û Şingalê yên Rojavayê Kurdistanê gihiştin Efrînê.
kurdistan24.net

 

K24 - Efrîn

Wek hilmeteke piştgîriyê ji Efrînê re, bi hezaran ji xelkên sivîl ên devera Cizîr, Kobanê, Minbic û Şingalê yên Rojavayê Kurdistanê gihiştin Efrînê.

Ji bo piştevaniya ji xelkên Efrînê re, herweha ji bo bilindkirina moralên wan, di roja 16mîn de ji operasyona leşkerî ya li dijî bajarê Efrînê û ji bo piştgiriya xelkên Efrînê, hejmarek ji xelkên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Dêrikê ta bi Serê Kaniyê û Kobanê ber bi bajarê Efrînê ve birê ketibûn û duh gihêştin Efrînê û ji aliyê xelkê Efrînê ve hatin pêşwazîkirin.

Welatiyên di vê piştgîriyê de beşdar dibêjin ku di riya vê çalakiyên re dixwazin nameyekê ji tevaya cîhanê re bişînin ku Efrîn ne bi tenê ye. Herwiha welatiyan banga yekîtiya gelê Kurd li dijî êrîşa artêşa Tirkiyê ye li ser Efrînê kirin û bêdengiya navdewletî le hember kuştina sivîlan şermezar kirin.