Fransa hişyarî da Tirkiye: Şerekî li şerekî din zêde neke

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian radigihîne, Tirkiye û Îran bi kiryarên xwe li Sûriyê yasaya navdewletî li Sûriyê binpê dikin. Hişyarî da Tirkiyê ku divê “şerekî li şerekî din zêde neke”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian radigihîne, Tirkiye û Îran bi kiryarên xwe li Sûriyê yasaya navdewletî li Sûriyê binpê dikin. Hişyarî da Tirkiyê ku divê “şerekî li şerekî din zêde neke”

 Wezîrê Derve yê Fransayê ji telefisyona “BFM” a Fransî re axivî û got: “Parastina sînor nayê wateya ku sivîlan bikuje û divê ev yek şermezarkirin. Di rewşa Sûriyê ya metirsîdar de di vê Tirkiye şerekî li şerekî din zêde neke.”

Artêşa Tirkiyê ji 20ê Çileya bûrî ve dest bi operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê kiriye. Îro jî ew êrîş di roja 19emîn de li gundê û navçeyên sînorî yên Efrînê berdewam e.

Hevseroka Encûmena Tenduristî ya Efrînê Encêla Reşo duh ragihandibû, heta niha 148 welatiyên sivîl şehîd bûne, ji nava wan 26 zarok û 17 jin hene. Derbarê hejmara birîndaran de jî diyar kir, 365 kesên sivîl birîndar bûne, di nava wan 40 zarok û 55 jin jî hene.

Herwiha Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian got jî, Tirkiye, Îranê û rêjîma Sûriyê bi êrîşên xwe li Sûriyê yasayên navdewletî binpê dikin.