Ji bo HSDê, Hevpeymanan êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê kirin

Di êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de nêzîkî 100 çekdarên bi ser artêşa Sûriyê ve li Dêra Zorê de hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de nêzîkî 100 çekdarên bi ser artêşa Sûriyê ve li Dêra Zorê de hatin kuştin.

Li gor daxwiyaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê duh 7ê Sibatê hêzeke ser bi rêjîma Sûriyê, bombebaran kirin.

Li gor daxwiyaniya Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê çemê Ferêt mîlîşyayên bi ser rêjîma Sûriyê ve dest bi avêtina mûşekan li ser binkeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiribûn, ku di wan binkeyan de şêwirmendên Amerîkî jî hebûn.

Li gor daxuyaniya di wê êrîşê de ti ziyanên canî negihêştin hêzên wan, lê tenê şervanekî HSDê birîndar bûye.

Hevpeymaniya Navdewletî diyar kir, wan jî berisva wan êrîşan dan û di yek lêdanê de nêzîkî 100 çekdarên bi ser rêjîma Sûriyê ve kuştin, hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de behsa nasnameya wan grûpê nekiriye. Tenê amaje bi wê yekê kiriye, ku ew hêz bi ser rêjîmê ve ye.

Herwiha gotiye, di dema dawî de li wê navçeya ku hatî  armanckirin tevgera hêzên bi ser rêjîma Sûriyê ve zêde bûne û hewl didan navçeyên di destê HSDê de kontrol bikin di nav de jî zeviyê Xoşam yê petrolê.

Diyar kir, beriya encamdana êrîşê û piştî encamdana wê bi Rûsyayê re di peywendiya berdewam de bûne û Rûsyê ji wan re gotibû hêzên wan li wê deverê nîn in û ne jî li wê navçeyê rûbirûyî Hevpeymaniya Navdewletî dibin.