Putin û Erdogan li ser Efrîn û Idlibê axivîn

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn bi riya telefonê axivîn û biryar girtin ku lûtkeya duyemîn a Rûsya, Tirkiye û Îranê li bajarê Stenbolê bi rê ve biçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn bi riya telefonê axivîn û biryar girtin ku lûtkeya duyemîn a Rûsya, Tirkiye û Îranê li bajarê Stenbolê bi rê ve biçe.

Li gor jêderên Serokomariya Tirkiyê, di pêwendiya telefonî ya Putîn û Erdoganî de bûyer û pêşhatên li Efrîn, Îdlib û krîza Sûriyê hatiye gotbêjkirin.

Artêşa Tirkiyê ji 20ê meha bûrî ve dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê kiriye, Fermandarên YPGê jî Rûsyayê tometbar dikin ku rê daye Tirkiye êrîşên esmanî li dijî Efrînê pêk bîne.

Serokên Rûsya û Tirkiyê lihev kirin, li Îdlibê şer û alozî kêmtir bibe û avakirina xalên çavdêriyê were zêdekirin.

Herwiha  Putîn û Erdogan biryar girtine ku lûtkeya duyemîn a Rûsya, Tirkiye û Îranê li bajarê Stenbolê bi rê ve biçe.

Berê jî di 22 Mijdara bûrî de lûtkeyek di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de li bajarê Sochi ya Rûsî bi rê ve çûbû û nûnerên rêjîma Sûriyê û hin opozîsyona Sûriyê lê amade bûbûn.

Herwiha Putin û Erdogan amaje bi danûstandinê Astanayê kirin, ku divê krîza Sûriyê bi riyên aştiyane bê çareserkirin.