Erdogan: Minbic bajarekî Erebî ye

K24 - Navenda Nûçeyan
Di berdewamiya amadekariyên Tirkiyê de, ji bo destpêkirina operasyoneke serbazî li Minbic, serokê wî wletaî Recep Tayip Erdogan, gellek caran di gotarên xwe de, tekez dike ku piraniya akinciyên Minbic Ereb in û ew dever devereke Erebî ye.
Herwiha Serokê Tirkiyê dide xuyakirin ku ewê operasyoneke serbazî li Minbic destpê bikin, daku wê devere radestî akinciyên wê yên Ereb bike.