Kongirê avakirina Iraqê li Kiwêtê destpê dike

Di kongirê avakirina Iraqê de li Kiwêtê, 70 welat û bêtirî du hezar kompanî beşdar dibin

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi beşdariya 70 welatan û bêtirî du hezar kompaniyên navdewletî, îro kongirê Kiwêt ji bo komkirina alîkariyan bi mebesta avakirina Iraqê birêve diçe, daku careke din navçeyên Iraqî yên ku bi sedema şerê DAIŞê wêran bûne, bên avakirin.

Li gorî beşek ji aliyên beşdar di wî kongirî de, pişka Herêma Kurdistan jî wê di kongirê Kiwêt de hebe û bizav bên kirin ku veberhênerên biyanî dest bi pirojeyan li Herêma Kurdistanê bikin.

Sernivîserê televizyona Kiwêtî Nûredîn Murah, ji Kurdistan24ê re got: "Ev kongir ji bo avakirina Iraqê gellekî giringe, ji ber ku Iraq di kirîzeke mezin re derbas dibe û DAIŞê wêrankariyeke mezin li Iraqê çêkiriye, lewra ji erkê hemû welatan û civaka navdewletî ye ku alîkariya Iraqê bikin".

Li ser heman mijarê, sernivîsera malpera rojnameya El-Nehar ya Kiwêtî Semîra Firîmiş got: "Di kongirê avakirina Iraqê de li Kiwêtê, 70 welat û bêtirî du hezar kompanî beşdar dibin, ez di wê baweriyê de me pişka Herêma Kurdistanê jî di vî kongirî de heye û veberhênerên biyanî wê berê xwe bidin Herêma Kurdistanê".