Sizayên hetahetayî bo brayên Altan û Ilicak
K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîskar û rojnamevanên navdar yên Tirkiyê Ehmed û Mihemed Altan û Nazlî Ilicak bi sizaya heta hetayê hatin zîndanîkirin.
Îro rûniştina dawî ya dadgeha du birayên nivîskar Ehmed û Mehmed Altan û rojnamevan Nazlî Ilicak birêve çû ku ev 500 roj in di zîndanê de ne.
Doza 7 gumanbaran ku 6 kes ji wan girtî ne li Dadgeha Stenbolê hat dîtin û nivîskar bi endamtiya Cemaeta Gulen, hilweşandina sazûmana destûrî û beşdariya derbeya leşkerî tawanbar hatin dîtin.
Dadgehê bo her şeş nivîskar û medyakaran sizaya heta heta ya zîndankirinê da.