Belçîka ji Operasyona Efrînê dilgiran e

Wezîrê Derve yê Belçîkayê Didier Reynders ragihand ku, Belçîka ji Operasyona Efrînê ya Tirkiyê û hevalbendên wê dilgiran e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Belçîkayê Didier Reynders ragihand ku, Belçîka ji Operasyona Efrînê ya Tirkiyê û hevalbendên wê dilgiran e.

Di civîna Wezîrên Derve yê Yekîtiya Ewrûpa (YE) de, ji rojnamevanan re diyarkir ku, Em ji destwerdana Tirkiyê ya hemberî bakurê Suriyê bajarê Efrînê dilgiran in. Rewşa mirovî û bi taybetî ya civata Kurd li wir me nerehet dike.