Ji bo Efrînê PDK-Sê nameyek arasteyî NY û Encûmena Asayişa Navdewletî kir

Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bangek li Netewên Yekgirtî û civaka Navdewletî dike ku bi erk û berpirsyaretiyên xwe li hember gelê Efrînê yê sivîl rabin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bangek li Netewên Yekgirtî û civaka Navdewletî dike ku bi erk û berpirsyaretiyên xwe li hember gelê Efrînê yê sivîl rabin.

Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê îro nameyek arasteyî Sekreterê Giştî yê NY Antonio Gutters, welatên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî û Şêwirmenda Almanyayê, Emîndariya Giştî ya Komkara Erebî, rêxistinên mafên mirovan, civaka sivîl û rêxistinên parastina aştiya cîhanî kir.

Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê di nameya xwe de amaje bi rewşa Efrînê ya aram kir, ku nêzîkî milyon koçberî ji seranserî Sûriyê di 4 salên bûrî de li Efrînê bicih bûbû û Efrîn bûbû mînakek ji pêkvejiyanê ji hemû pêkhatiyên Sûriyê re, lê ev rewşa erênî, aram û geşedana aborî ji piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û hin grûpên çekdarên ên Sûrî li ser Efrînê bi hemû çekên giran têk çû, ku ew bi xwe jî binpêkirina serweriya Sûriyê û belgeyên navdewletî û yasayên navdewletî ye.

Nameyê hin zanyarî aşkere kirin û got, êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çakdar ne tenê êrîşî armancên leşkerî kirin, lê êrîşî gund û cihên sivîlan ku ta niha zêdetir ji 150 welatiyên sivîl şehîd bûn û bi sedan welatî jî birîndar bûn, di nava wan de zarok û jin û kesên temen mezin jî hebûn.

Herwiha di nameyê de, êrîşa artêşa Tirkiyê gihîşt Bendava Meydankê, Navenda Zelalkirina ava Vexwarinê, dibistan, mizgeft û cihên din, ku vê yekê hîşt ku hemû çalakiyên aborî, xizmetguzarî û karta tenduristiyê li Efrînê rawestin.

Diyar kir jî, ji encama operasyona leşkerî li dijî Efrînê, beşek mezin ji gund û navçeyên Efrînê hatin hilweşandiin û mal û milkên welatiyên sivîl hatin talankirin. Herwiha bi dehan hezaran jî xelkê gundên sînorî koçberî navenda Efrînê bûn, ku eger heye rewşeke mirovî ya metirsîdar ji vê koçberiyê encam bide.

Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê daxwaz ji wan alî û rêxistinan kir ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin ji bo rawestandina êrîşa Tirkiyê û hevalbendên li ser Efrînê û daxwaza qerebûkirina kesên ziyan ji vê êrîşê dîtine jî kir.