Nexweşxaneya Avrîn: 170 welatiyên sivîl şehîd bûne

K24 – Navenda Nûçeyan

Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê ragihand, ji ber êrişên artêşa Tikiyê û çekdarên ser bi wê ve 170 welatiyên sivîl şehîd bûne û artêşa Tirkiyê ji bo cara yekê jî çekekî jehrî bikar aniye.

Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di êrîşa duh ya artêşa Tirkiyê li ser gundê Erendê de 6 welatiyên sivîl gihîştin nexweşxaneyê ku rastî xeniqandinê hatibûn.

Dr. Ciwan Mihemed da zanîn ku ew welatî rastî xeniqadinê, çavsorbûnê û xuradinê de hatibûn û wan niha cilên wan nexweşan û axa devera ku hatiye topbarankirin şandine ji aliyên pêwendîdar re, da ku zanibin çi cure çekê kîmawî bikar hatiye.

Di bersiva pirseke K24ê de jî Rêveberiya Nexweşxaneya Efrînê diyar kir, ku ev cara yekem e artêşa Tirkiyê vî çekî li Efrînê bikar aniye.

Herwiha, Dr. Ciwan Mihemed ragihand jî, di encama bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê de heta niha 170 kesên sivîl hatine kuştin û 460 kesên din birîndar bûne.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve îro di roja di roja 28emîn de li ser gund û navçeyên Efrînê berdewam e.