Konsola Hollanda li Hewlêrê: Pêwîst e firoxaneyên herêmê bên vekirin

Konsola Giştî ya Hollandayê li Herêma Kurdistanê ragihand, hikûmeta Hollandayê piştgîriyê dide Hewlêr û Bexdayê ji bo di zûtirîn dem de pirsgirêkên xwe çareser bikin û firokeyên Herêma Kurdistanê bêne vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konsola Giştî ya Hollandayê li Herêma Kurdistanê ragihand, hikûmeta Hollandayê piştgîriyê dide Hewlêr û Bexdayê ji bo di zûtirîn dem de pirsgirêkên xwe çareser bikin û firokeyên Herêma Kurdistanê bêne vekirin.

Îro paneleke li Hewlêrê ji bo guftûgokirina pirsa penaber û koçberan û koçkirina welatiyan berve Ewropayê ve li Hewlêr hat lidarxistin, Konsola Giştî ya Hollandayê li Herêma Kurdistanê Janet Alberda di perawîza wê penalê de ji K24ê re ragihand, Wezîrê Derve yê Hollanda hewl da vê panelê bi rê ve bibe, ta lêkolînek derarê hejmar û amarên wan penaberên ku vegeriyane û herwiha sedemên ku welatiyên vê navçeyê berên xwe didin Ewropayê bikin.

Li ser plana hikûmeta Hollandayê ji bo vegerandina penaberan, Janet Alberda got, di çend salên bûrî de Hollandayê gelek hevkariyên mirovî ji penaberan re dabîn kirin da ku penaber vegerin welatên xwe, bi taybet jî Kurdên Êzidî û Tirkmen, ku rastî gelek tundûtûjiyê hatibûn.

Derbarê helwesta hikûmeta Hollandayê ji bo xistina fişarê li ser Bexdayê bi mebesta vekirina dorpêça li ser Herêma Kurdistanê de, Janet Alberda got: “Hêvîdar im ku rola me hebû ji b vekirina firokxaneyan. Divê danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê bên kirin. piştgîriya her du aliyan dikin da ku firokxane bêne vekirin û hêvîdar im di zûtirîn dem de geşta firokeyan dest pê bike.”