Mesrûr Barzanî û McMaster civiyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka Herbert McMaster civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  ligel  Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka  Herbert McMaster civiya. Di civînê de dawî pêşhat û pêwendiyên Hewlêr û Bexda hatin behskirin.

Serdana Mesrûr Barzanî piştî beşdariya wî di çarçova şandeke bilind a Herêma Kurdistanê de di Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê tê, ku roja 16 û heta 18ê vê mehê li Almanyayê bi rê ve çûbû.

Di çarçoveya  54emîn Konferansa Asayişa Munchenê de, her yek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdar bû bûn.

Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya taybet di tora civakî Twitterê de belav kiribû, di perawêza Konferansê de, ligel berpirsên bilind ên dezgehên hewalgîriyê yên çendîn welatan civiyabû û behsa qonaxa dahatû ya navçê û Herêma Kurdistanê kiribûn.

 

 

C.B