Hîro Ehmed peyameke tund ji Kosret Resûl re dişîne

Hîro Ehmed ji Kosret Resûl re: Heger heya roja 25ê vê mehê civîna serkirdatiya YNKê neyê lidarxistin, wê navê te derbasî nav rûpelên dîrokê bibe

K24 - Navenda Nûçeyan

Endama polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hîro Ibrahîm Ehmed di peyamekê de ji bo cîgirê yekem yê sikirtêrê YNK Kosret Resûl, dilgiraniya xwe li ser encamnedana civîna civata serkirdatiya YNK dide xuyakirin.

Hîro Ibrahîm Ehmed di peyama xwe de dibêje: "Ji bo cara dawî wek xuşkekê ji te dixwazim, ku di zûtirîn dem de civîna serkirdatiya YNKê bê lidarxistin daku dema lidarxistina kongir bê diyarkirin û ev yek ne daxwaza min bi tenê ye, ji ber ku ew ya hemû organ û deste û kadir û endam û alîgirên YNKê ye".

Herwiha dibêje: "Ez bi hêvî me, ku tu berpirsatiya li ser milê xwe bi emanetî bicî bike daku navê te nekeve nav rûpelên dîrokê ku te gula Mam û ya YNK rakiriye. Pêwîst e heya roja Yekşemê (25/2/2018) civîna serkirdatiyê bê lidarxistin û roja girêdana kongir jî bi fermî bê destnîşankirin, heger na tê rastî berpirsatiya dîrokî bê".

Hîro Ibrahîm Ehmed wek serperiştyara baskê destdirêj yê YNKê tê naskirin, li gorî zanyariyan niha piraniya desthilat û dahatên wê hizbê, di destê wê de ne.

N.O

Wêneyê peyama Hîro Ehmed ji bo Kosret Resûl
Wêneyê peyama Hîro Ehmed ji bo Kosret Resûl