"Li Efrînê şerê hêzên Esed û Tirkiyê destpê kir"

Fermandeyekî milîsên ser bi Hikûmeta Sûryê ve: Em hatine Efrînê daku em xelkê wê biparêzin û niha em di sengerên şer de ne

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî gihiştina milîsên ser bi Hikûmeta Sûryê ve ji bo nav bajarê Efrînê, peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê ji Kurdistan24ê re ragihand, ku milîsên Hikûmetê wê li bereyên şer belav bibin û li nav bajar namînin.

Ji aliyê xwe ve fermandeyê milîsên ser bi Hikûmeta Sûryê ve Mihemed El-Ferec ji Kurdistan24ê re got: "Em hatine Efrînê daku em xelkê wê biparêzin, niha em di sengerên şer de ne ji bo rûbrûbûna artêşa Tirkiyê, ji dema ku em gihiştin sînorên Efrînê, hêzên me ji aliyê firokeyên cengî yên Tirkiyê ve tên bordûmankirin, niha şer di navbera me û artêşa Tirkiyê de diqewime".

Fermandeyê YPGê tekez dikin ku milîsên Hikûmetê di nav Efrînê de namînin û karê wan li nav bajarê tine ye û ewê li ser sînor bên belavkirin û rêveberiya xweser wê karê îdarî û emnî yê nav bajarê Efrîn bike.

Piştî mehekê ji operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê, di 20ê vê mehê de, hêzek ji milîsên ser bi Hikûmeta Sûryê ve gihişte bajarê Efrînê û bigotina fermandeyên wan milîsan, ew ji bo parastina xelkê Efrînê hatine.

N.O