"Salih Mislim tê dadgehkirin"

Bekir Bozdag: Îro li welatê Çîk Salih Mislim tê dadgehkirin û wê biryar li ser doseya wî bê dayin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, ku îro hevserokê berê yê PYD Salih Mislim li welatê Çîk tê dadgehkirin.

 

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, ku îro hevserokê berê yê PYD Salih Mislim li welatê Çîk tê dadgehkirin.

Bekir Bozdag diyar kir, ku li gorî zanyariyên li ber destên wan, îro li welatê Çîk Salih Mislim tê dadgehkirin û wê biryar li ser doseya wî bê dayin.

Bozdag ragihand, ku wan ji welatê Çîk xwestiye, li gorî yasayên di nav herdu welatan de, Salih Mislim radestî Enqerê bike. Bi gotina Bozdag:  "Salih Mislim serokê rêxistiyeke terorî ye û çalakiyên terorîstî kiriye".

Navhatî tekez kir, ku wan çendîn dekomêntên taybet bi Salih Mislim radestî welatê Çîk kirine daku ew welat Salih Mislim radestî Tirkiyê bike.

Ji aliyê xwe ve serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jî ragihand, ku ew bihêvî ne, welatê Çîk Salih Mislim radestî Tirkiyê bike.

Duh 25ê Sibatê, nûçeya desteserkirina Salih Mislim ji aliyê hêzên emnî yên Çîkî ve hat ragihandin û berpirsên PYD desteserkirina Salih Mislim wek binpêkirinekê ji yasayên navdewletî re binav kirin.

Hikûmeta Tirkiyê di Mijdara 2016an de, yadaştek ji bo desteserkirina Salih Mislim û 47 berpirsên din yên PYD derxist û ji bo radestkirina Mislim, bêtirî yek milyon Dolar destnîşan kir.

N.O