Mesrûr Barzanî: Ji bo Efrînê ameda ne navberiyê bikin

Mesrûr Barzanî: Berî referandumê, me bi gellek welatan re ew yek behs kir û ti welatekî tev Iraqê jî, dijatiya xwe ji bo mafên çarenivîsî û serxwebûna Kurdistanê neda xuyakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de li gel malpera Almonîtor ya Amerîkî ragihand ku, pirsa Kurdî li Sûryê bi gellekî ji ya Kurdî li Iraqê aloztir e û ew piştevaniya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xelkê Efrînê da xuyakirin, ti pêwendiya wê bi nakokiyên siyasî yan jî bi hevpeymaniyê bi girûpekê yan bi girûpeke din re tine ye.  

Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê got jî: "Em yek netew in, pêwîstiya sivîlên li Efrînê bi alîkariyên mirovî heye û ji bo sivikkirina barê wan, em amade ne her alîkariyekê pêşkêş bikin. Em li dijî cengê ne û ew pirsên ku çareyên aştiyane ji wan re hene, divê bi riyên aştiyane bên çarekirin".

Herwiha Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew amade ne, navberiyê di nav Tirkiyê û YPGê de bikin û got: "Ger her karek hebe ji bo em jiyana sivîlan rizgar bikin, bêguman emê bikin".

Derbarê hebûna endamên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) li Şingalê, Mesrûr Barzanî tekez kir, ku pêwîst e her aliyekî Kurdî di parçeyekî Kurdistanê de, pirsa wî parçeyî di çarçoveya wî welatî de çare bike û pirsgirêkê hinardeyî welatekî din neke, ji ber ku ew yek dihêle ku rewş aloztir bibe.

Derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê ji malpera navhatî re ragihand, ku ti carî xewna serxebûna Kurdistanê namire û got: "Piroseya referandumê giring bû, daku hemû civaka navdewletî û bi taybetî jî Hikûmeta Iraqê hez û viyana gelê Kurdistanê ji bo serxebûnê bibînin".

Herwiha Mesrûr Bazranî ragihand, ew gava Kurdan avêtî, ne tawan bû, ew tenê eşkerakirina xwesteka gelê me bû û rawestana civaka navdewletî li dijî wê xwestekê, berovajî hemû bingeh û pirensîpên Netewên Yekgirtî bû.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Mesrûr Barzanî eşkere kir, ku wan berî referandumê, bi gellek welatan re ew yek behs kirin û ti welatekî tev Iraqê jî, dijatiya xwe ji bo mafên çarenivîsî û serxwebûna Kurdistanê nedan xuyakirin û tenê têbîniyên wan li ser dema encamdana referandumê hebûn.

Mesrûr Barzanî ku niha li Amerîka ye û li gel berpirsên pile bilind ên îdara Donald Trump civînan lidar dixe, derbarê sizayên Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê got: "Rawestandina geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê û sizayên Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê, biryareke nedestûrî bû û nabe firîngeh têkelî pirsên siyasî bên kirin".

Got jî: "Niha gotûbêj ji bo vekirina firîngehan berdewam in û Kurdan piraniya mercên Bexdayê qebûl kirine, lê Bexda her û her bihaneyan derdixe û niha ti bihaneyek ji bo vekirina firîngehan nemaye û tenê girtina wan biryareke siyasî ye û ew jî bûye beşek ji piropagendeya hilbijartinan".

Herwiha Mesrûr Barzanî eşkere kir: "Ku di çarçoveya Konfiransa Asayişa Cîhanî de li Munichen, em li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyan, li wir Ebadî soza vekirina firîngehan da, lê berî niha jî sozên wiha dabû û sozên xwe bicî nekiribû, niha jî em li bendî ne gelo wê Ebadî sozên xwe bicî bike yan nake".

Di roja 25ê Êlûna sala derbasbûyî de, li seranserî Herêma Kurdistanê tev Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî, referanduma serxwebûnê hat encamdan û 93% ji beşdarbûyan, deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan.

N.O