Hevjîna Salih Mislim: Girtina hevjînê min ne yasayî ye

Ayişe Efendî hevjîna Salih Mislim, girtina Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim li Çekyayê binpêkirina ji yasayan re ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ayişe Efendî hevjîna Salih Mislim, girtina Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim li Çekyayê binpêkirina ji yasayan re ye.

Ayişe Efendî li ser girtina hevjînê xwe ji K24ê re got: “Erdogan ji bo şer ti yasayan nas nake. Sînoran derbas dike. Xaka ku ne xaka wî ye dagîr dike, helbet yasayên siyasî jî Ii cem Erdogan jî wiha ye.”

Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim Duh 25ê Sibatê, li ser daxwaza hikûmeta Tirkiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Çekyayê ve hatibû desteserkirin.

Ayişe Efendî got jî: “Ta niha em nizanin çawa Salih Mislim hatiye girtin. Rast e ji berî mehekê Tirkiyê navê wî xistibû lîsteya sor, lê ew ji bo civîneke li Çekyayê hatibû vexwandin û polîsa Çekyayê wî digire, lê ta niha ti pêwendiya me pê re çê nebûye, ta em zanibin çawa hatiye girtin.”

Enqerê berî mehekê navê Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê û hevserokê berê yê PYDê xistibû lîsteya sor a terorê û ji bo girtina milyon dolar wek xelat destnîşan kiribû.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, îro da xuyakirin, wan daxwaznameya radestkirinê duh şandine Çekyayê. Balyozê Tirkiyê li Pragê jî da zanîn, dadgehkirina Mislim ji bo sibe hatiye paşxistin.

 

S. B