YE ji Rusya, Iran ûTirkiye dixwaze pabendê agirbestê bin

Mogherini di nameya xwe ya ji bo Tirkiye de nivîsiye ku: “Pêwîstî heye ku agirbest demildest pêk were, her xûlek a ku derbas dibe mirov dibin qurbaniyên şer”

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsiyarê bilind a pêwendiyên derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Federica Mogherini di nameyeke ku ji Moskow, Tehran û Enqere re rêkirî de, daxwaza pabendbûna agirbesta yekmehî ku ji alî Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekgirtî ve hatiye dan, bin.

Mogherini di nameya xwe ya ji bo Tirkiye de nivîsiye ku: “Pêwîstî heye ku agirbest demildest pêk were, her xûlek a ku derbas dibe mirov dibin qurbaniyên şer”.

Ev nameya Federica Mogherini wekî daxwaza rawestandina Operasyona Efrînê tê nirxandin.

 

C.B