Perlemanterên Birîtanî dixwazin firîngehên Herêma Kurdistanê bên vekirin

Perlemanteran Birîtanî: Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pirsa firîngehan ji bo bangeşeya hilbijartinan bikar tîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji endamên Perlemana Birîtanya, daxwaz ji Hikûmeta welatê xwe kirin, ku fişarên ciddî li Bexdayê bike, daku firîngehên Herêma Kurdistanê veke.

Wan perlemanterên Birîtanî di peyameke fermî de, ku pêşkêşî Serokatiya Perleman û Hikûmeta Birîtanya kirine, biryara Bexdayê ya taybet bi dirêjkirina dûrpêça ezmanî li ser firîngehên Herêma Kurdistanê, şermezar dikin û daxwaz dikin ku Hikûmeta Birîtanya bi ciddî daxwazê ji Bexdayê bike ku firîngehên Herêma Kurdistanê, di zûtirîn dem de, li ber geştên navdewletî veke.

Herwiha wan perlemanteran rexneyên tund li Serokwezîrê Iraqê kirin û diyar kirin, ku Heyder Ebadî pirsa firîngehan ji bo bangeşeya hilbijartinan bikar tîne.

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê, ku bêtirî 93% ji xelkê Kurdistanê deng ji bo serxwebûnê dan, Hikûmeta Iraqê dest bi hejmarek tedbîr li dijî xelkê Kurdistanê kir, ku yek ji wan tedbîran qedexekirina geştên ezmanî yên navdewletî li ser firîngehên Herêma Kurdistanê bû, duh jî Hikûmeta Iraqê ew qedexe ji bo sê mehên din dirêj kir, di demekê de, ku berî niha Serokwezîrê Iraqê çendîn caran soza vekirina firîngehan û çarekirina kêşeyan di nav Hewlêr û Bexdayê de dabû, lê sozên xwe bicî nekir û qedexeya li ser firîngehên Herêma Kurdistanê heya dawiya Gulana dahatî hat dirêjkirin.

N.O