Hikûmeta Sûryê: Me 8 navçeyên Helebê ji YPGê wergirt

Hemîd Keno: Heya niha YPGê bêtirî 8 navçe li Helebê radestî hêzên Hikûmeta Sûryê kiriye û di nav wan de, Taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Bustan El-Paşa, Benî Zêd, Şêx Faris û Eyn El-Tel hene.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê ofîsa bicîkar di encûmena bajarên parêzgeha Helebê de Hemîd Keno ji ajansa Sputnik a Rûsî re ragihand, ku Hikûmeta Sûryê li gel Yekîneyên Parastina Gel YPGê rêketiye, ku YPG taxên û navçeyên di destê hêzên wê de li Helebê, radestî hêzên Hikûmetê bike.

Bi gotina Hemîd Keno, heya niha YPGê bêtirî 8 navçe li Helebê radestî hêzên Hikûmeta Sûryê kiriye û di nav wan de, Taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Bustan El-Paşa, Benî Zêd, Şêx Faris û Eyn El-Tel hene.

Herwiha li gorî daxuyaniyên Keno, rêketina di navbera Hikûmetê û YPGê de, hejmarek ji gundên bakurê Helebê jî lixwe digire û di demeke nêzîk de, wê rêketin bê bicîkirin.

Berî niha jî hat ragihandin, ku YPGê navçeyên navhatî radestî Hikûmetê kirine, lê YPGê ew nûçe red.

Piştî mehekê ji destpêkirina operasyona (Şaxê Zeytûnê) ji aliyê artêşa Tirkiyê û hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve li Efrînê, fermandeyên YPGê rêketin li gel Hikûmeta Sûryê kirin daku artêşa Sûryê derbasî Efrînê bibe û alîkariya YPGê bike, lê Hikûmeta Sûryê li şûna artêşê, hêzên Şeibî ji bo Efrînê şand û li gorî daxuyaniyên Keno, radestkirina taxên Helebê ji bo Hikûmeta Sûryê, di çarçoveya wê rêketina di navbera fermandeyên YPGê û Hikûmeta Sûryê de bûye.

N.O