Amerîka bo Tirkiyê: Agirbest ji bo Efrînê ye jî

Amerîka hişyarî da Tirkiyê, ku biryara agirbesta Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo hemû xaka Sûriyê derbas dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka hişyarî da Tirkiyê, ku biryara agirbesta Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo hemû xaka Sûriyê derbas dibe.

Berdevka Wezareta Derva ya Amerîkayê Hezather Nauert di konferanseke rojnamevanî de bibîr xist, ku biryara agirbesta Encûmena Asayişa Navdewletî ya ji bo alîkariyên mirovî hatibû ragihandin hemû deverên Sûriyê li xwe digire.

Li ser pirsa gelo agirbest ji bo operasyona Efrînê jî derbas dibe? Nauert got: “Divê Tirkiye birayarên agirbestê careke din û bi awayekî baş bixwîne. Biryara agirbestê ji bo hemû Sûriyê derbas dibe.”

Encûmena Asayîşa Navdewletî, bi armanca alîkariya mirovî û derxistina birîndar û nexweşên li Xutaya Rojhiletê, bo mehekê biryara agirbestê li seranserî Sûriyê girtibû.

Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihandibû, biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya bo agirbesta alîkariya mirovî, bandorê li operasyona ser Efrînê nake û operasyona wan dê berdewam be.

Her ji bo agirbestê jî, berî du rojan di pêwendiyeke telefovî di navbera Serokomarê Fransayê Macron û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de, Macro ji Erdogan re re gotibû, agirbesta hatiye ragihandin ji bo Efrînê jî derbas dibe.

Tevî ragihandina agirbestê ji roja 24ê vê mehê ve li seranserî Sûriyê, lê Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ji roja 20ê Çileya bûrî ve berdewam e û ji hefteyekê zêdetir êrîşa Tirkiyê li ser navçeyên Cindirês, Şiyê û Raco girantir bûye.

 

S. B