Mesrûr Barzanî li Washingtonê: Yê girîng ew e berhemên baş ji Herêma Kurdisanê re hebin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê ligel hejmarek ji sînatorên Amerîkî pêwendiyên Kurd û Amerîka û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê gotûbêj dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê ligel hejmarek ji sînatorên Amerîkî pêwendiyên Kurd û Amerîka û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê gotûbêj dike.

Di çarçova serdana ji Amerîka re, Mesrûr Barzanî aşkere kir, hejmarek civînên girîng encam daye û diyar kir, yê girîng niha ew e, di wan civînan de berhemên baş ji Herêma Kurdisanê re hebin.

Mesrûr Barzanî ligel sînator Jim Inhofe
Mesrûr Barzanî ligel sînator Jim Inhofe

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li Washingtonê ragihand, çendîn civînên girîng ligel berpirsên bilind ên rêveberiya Donald Trump, Kongressman û sînatorên Amerîkî encam daye, bi armanca bihêzkirina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Amerîka de û berdewamiya hevkariyên Amerîkî ji gelê Kurdistanê re. Sînatorekî Amerîkî jî radigihîne, Kurdistana serbixwe û azad nêzîk e.

Aloziya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û berdewamiya sizayên Iraqê li ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî dirêjkirina biryara rawestandina geşta navdewletî ji firokxaneyên Herêma Kurdistanê re, pirsên girîng ên civîna Mesrûr Barzanî bi sînatorên Amerîkî re bûn.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê aûker kir jî, civîn erênî bûn, lê ya ji wê girîngtir ew e, di wan civînan de berhemên baş ji Herêma Kurdisanê re hebin.

Mesrûr Barzanî ligel sînator Ted Cruz
Mesrûr Barzanî ligel sînator Ted Cruz

Sînatorekî Amerîkî yê Mesrûr pê re civiya ye, sînatorê mezin ê Komartoyan Ted Cruz bû, ku yek ji berpirsên Amerîkî yên her dem piştevaniya pirsa Kurd dike ye û piştî civîna ligel Mesrûr Barzanî jî ragihand, pêwîst e Amerîka bi hemû karînên xwe pitevaniyê li pirsa Kurd bike û di demên nêzîk de Kurdistaneke serbixwe û azad dibînin.

Mesrûr Barzanî ligel sînator Ted Cruz
Mesrûr Barzanî ligel sînator Ted Cruz

Ted Cruz got: “Ez bi hemû karînên xwe piştevaniyê li Kurdistaneke serbixwe dikim. Kurd her dem hevpeyman bûn û piştgîriya Amerîka kirin. Di deme dijwar de piştgîriya Amerîka kir û ji bo wê yekê jî gelek qurbanî dane.”

Derbarê hêza Pêşmerge de Ted Cruz dibêje: “Hêza Pêşmerge çendîn caran yek çespandiye ku cengewereke aza û çavnetirs in, ji ber wê di wê baweriyê de me ku pêwîst e Amerîka bê merc piştevaniya Kurd bike. Gelek caran jî min xwastiye dengê Kurd bigihînim berpirsên Amerîkî û dilniya me di demeke nêzîk de Kurdistaneke serbixwe û azad dibînim.”

Mesrûr Barzanî ligel sînator Tim Kaine
Mesrûr Barzanî ligel sînator Tim Kaine

Di çarçova civînên li Washingtonê de, Mesrûr Barzanî ligel senator Tim Kaine berbijêrê Demokratiyan ji bo posta Cîgirê Serokê Amerîka di hilbijartinên bûrî de civiya.

Mesrûr Barzanî ligel sînator Tim Kaine
Mesrûr Barzanî ligel sînator Tim Kaine

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya taybet a tûra civakî “Twitter” derbarê zincîreya civînan û serdana xwe ji Amerîka re û civîna ligel berpirsên bilind ên wî welatî li Capitol Hill de nivîsiye: “Li hember piştevaniya ji Herêma Kurdistanê re, min spasiya wan kir û guftûgo jî derbarê pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê hatin kirin, tekezî li wê jî li wê hat kirin, ku pêwîst e Bexda mafên destûrî yên Kurd cibicî bike.”

 

 

S. B