Votel: Rûsya û Îranê hevpeymaniya Amerîka û Tirkiyê têk didin

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîka general Joseph Votel ragihand, Rûsya û Îranê hewl didin hevpeymaniya di navbera wan û Tirkiyê de jinav bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîka general Joseph Votel ragihand, Rûsya û Îranê hewl didin hevpeymaniya di navbera wan û Tirkiyê de jinav bibin.

General Joseph Votel li pêş Encûmena Pîran a Amerîkî axivî û ragihand, Mosko û Tehranê karnameyek danîne ji bo sînordarkirina desthilata Amerîka li Rojhilata Navîn û têkbirina hevpeymaniya stratejîk a Amerîka û Tirkiyê.

Herwiha Votel derbarê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî Efrînê hişyarî da Tirkiyê û got, operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê serinca şervanên HSDê ji ser şerê li dijî DAIŞê biriye û hejmarek ji şervanan ber bi Efrînê ve çûn.

Tirkiye ku piştevaniya Amerîka bi ji YPGê re wek metirsî li ser ewlehiya xwe ya netewî dibîne, ji zêdetirî salekê ve jî ligel Rûsya û Îranê bi riya danûstandinên Astanayê re li ser avakirina navçeyên kêmkirina aloziyan li Sûriyê lihev kirine.

Pisporên di warê pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê de jî dibêjin, Tirkiye derbarê krîza Sûriyê de ligel Rûsya û Îranê hevkariyek kiriye. Amerîka ji ber vê hevkariyê dilgiran e ji bo têkbirina vê hevkariyê Amerîka hewl dide ku Tirkiyê ji Rûsya û Îran dûr bixe bikêşîne aliyê xwe. 

General Joseph Votel dibêje jî, operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî Efrînê, metirsî li ser operasyona wan a li dijî DAIŞê çê kiriye.

 

S. B