HDP: Şerê li ser Efrînê berdewamiya Sykes-Picot e

Parlementerên HDP’ê dibêjin; Efrîn aramgeha xelkê deverê bû û Tirkiye tehemûla destkeftiyên Kurdan nekir û destwerdana Efrînê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Şerê ku li hember Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve daye destpêkirin, aliyên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û aliyên Partiya Dad û Geşedanê AK Partiyê tîne beranberî hev û din. Parlementerên HDP’ê dibêjin; Efrîn aramgeha xelkê deverê bû û Tirkiye tehemûla destkeftiyên Kurdan nekir û destwerdana Efrînê kir. Aliyên nêzî AK Partiyê jî dibêjin; Operasyona Efrînê ne li hember Kurdan tê kirin û heger wisa bûya dê Kurdên Rojava koçî Tirkiyeyê nekirana.

Dengvedana şerê Efrînê li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî didome.  Rayedarên HDP’ê hincetên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê bêbînî dibînin û dibêjin; şerê Efrînê tu kêşeyên di navbera Kurd û Tirkiyeyê de çareser nake. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Diyarbekirê Sîbel Yîgîtalp dibêje; jixwe hesabên dewletên emperyal li ser her çar parçeyên Kurdistanê hene û ya îro li Efrînê diqewime jî berdewamiya van hesaban e. Yîgîtalp, polîtîqaya Tirkiyeyê ya li ser çar parçeyên Kurdistanê rexne dike û dibêje;

Sîbel Yîgîtalp ji K24ê re got: “Tirkiyeya ku bi Kurdên xwe re li hev dike û di nav aştiyê de dijî dê qezenç bike. Ango yên ku hem bi Kurdên xwe û Kurdên Rojava û yên Başûr re li hev dikin dê bi ser bikevin lê belê yên ku bi Kurdan re di nav pevçûnan de bin, her tim wenda kirine û dê wenda jî bikin.”

Li gorî daxuyaniyên rayedarên HDP’ê û hin çavdêrên siyasî; kiriyarên Tirkiyeyê yên du salên dawîn,li hember tunekirina destkeftiyên Kurdan in û Efrîn jî nîşaneya vê yekê ye. Lê belê çavdêrên siyasî yên nêzî AK Partiyê yên wekî Elaedîn Parlak wisa nafikirin. Li gorî Parlak her çiqas di hin aliyên civakê bibêjin şerê Efrînê li hember Kurdan tê kirin jî; bertekeke mezin di vê derbarê de nayê dayîn.

Elaedîn Parlak dibêje: “Heger ev operasyon li hember Kurdan buya, dê Kurdên Rojava koçî Tirkiyeyê nekirana. Ak Partiyê gelek gav ji bo Kurdan avêtin. Ez di wê baweriyê de me ku piştî hilbijartinên serokomariyê jî dê ji bo Kurdan hin plan û proje bikevin meriyetê.  Ne Ak Partî ne jî dewlet nikare Kurdan tune bihesibîne. Ez di wê baweriyê de me ku dê ji bo aştiya civakî gavên nû bên avêtin.”

Hem aliyên HDP’ê hem jî aliyên nêzî AK Partiyê rexneyan li Emerîka û hêzên navdewletî dikin. Aliyên nêzî HDP’ê dibêjin; Emerîka jî li ser Kurdan hesaban dike û ji Peymana Sykes Pîcot ve jî planên li ser Kurdan bi dawî nehatine.  Aliyên nêzî Ak Partiyê jî dibêjin; sedema aloziyên li ser Efrînê, parastina sînoran û alîkariya çekdarî ya Emerîkayê ya ji bo YPG’ê ye. Li gorî ragihandina çavdêrên siyasî, şerê Efrînê, rêya çareserkirina Pirsa Kurd a li Tirkiyeyê jî digire.