Balyozxana Almanya li Bexdayê ji biryara Hikûmeta Iraqê dilgiran e

Balyozxana Almanî li Bexdayê: Biryara dirêjkirin qedexeya ezmanî li ser firîngehên Kurdistanê, gellekî cihê mixabiniya me ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyozxaneya Almanya li Bexdayê dilgiraniya xwe li ser biryara dirêjkirina qedexeya geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistan da xuyakirin.

Di daxuyaniyekê de, ku li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye, balyozxaneya Almanî nivîsiye: "Em ji ber biryara dirêjkirin qedexeya ezmanî li ser firîngehên Kurdistanê, gellekî dilgiran in".

Herwiha nivîsiye: "Emê berdewam bin li ser handana herdu Hikûmetên Bexda û Hewlêrê ji bo dîtina çareseriyê ji nakokiyên di navbera herdu aliyan de, li gorî destûra Iraqê, ji ber ku aramî li Iraqê çênabe heya nakokiyên navxweyî neyên çarekirin".

Roja 26ê vê mehê, Hikûmeta Iraqê, sizayên li ser firîngehên Herêma Kurdistanê, jib o sê mehên din dirêj kir.

Dirêjkirina sizayan piştî wê yekê hat, ku hefteya derbasbûyî hejmarek mezin ji xwediyên pêdiviyên taybet û yên bi nexweşiyên dirêj ketine, xwepêşandanek li pêşya avahiya Netewên Yekgirtî li Hewlêrê rêk xistin û têde diyar kirin, ku bi sedema kêmbûna derman û pêdiviyên tendirustî jiyana wan ketiye metirsiyê de û daxwaz kirin ku fişar li Ebdaî bên kirin daku firîngehên Herêma Kurdistanê veke.

Her di wê çarçoveyê de, roja 26ê vê mehê, di hevpeyvînekê de, li gel malpera Almonîtor ya Amerîkî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: "Girtina firîngehan, dorpêçeke bê rê ye li ser xelkê Kurdistanê û karekî nedestûrî ye. Ji ber ku nabe firîngeh ji bo mebestên siyasî bên bikaranîn. Danûstendin li gel Bexdayê ji bo vekirina firîngehan berdewam in".

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê-Mesrûr Barzanî
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê-Mesrûr Barzanî

Got jî: "Niha ti bihaneyek ji bo vekirina firîngehan nema ye. Hemû bihaneyên ku Bexda derdixe siyasî ne û beşek ji kempînên bangeşeya hilbijartinan e. Em dibînin ku netewek bi tevahî tê sizadan, tenê ji bo ku di hilbijartinan de dengên zêdetir bînin û weke karteke siyasî serederiyê li gel vê pirsê dikin".

Zelal jî kir, ku di dawîn civîn de li gel Ebadî, di çarçoveya Konfiransê Asayişa Cîhanî de li Munchenê, Ebadî soza vekirina firîngehan dabû.

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê bi biryara Heyder Ebadî, firîngeh û deryên sînorî yên Herêma Kurdistanê girtin.

N.O